Kurdistan
Serok Barzanî pêswazî li Usame Nuceyfî kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê pêşwaziya Serokê Bereya Rizgarî û Geşepêdanê ya Iraqê Usame Nuceyfî kir.
Serok Barzanî îro 22yê Tebaxê li Sehaleddîn pêşwazî li Serokê Bereya Rizgarî û Geşepêdanê Usame Nuceyfî û Emîndarê Giştî yê Hizba Iraq Mithdun kir.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî û gef û û êrîşên li ser proseya siyasî ya Iraqê hat gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de hemahengi û peywendiya aliyan ji bo derbaskirina qeyranan û mîsogerkirina seqamgîriyê weke pêwîst hate zanîn.