Serok Barzanî: Pêwîst e Elawî li gel saziyên destûrî yên Kurdistanê kar bike
PeyamaKurd - Serok Barzanî radigehîne ku herêma Kurdistanê têbiniyên wê li ser kesayet û awayê diyarkirina Mihemed Tofîq Elawî yê hatiye erkdarkirin bo pêkanîna hikûmeta Iraqê.
Serok Barzanî di bernameyeke li ser kanala Zagros TV ya erebî behsa çend pirsên niha yên herêma Kurdistanê û Iraqê û herêmê kir. Serok Barzanî di hevpeyvîna li gel Zagros TV. de ragihand, xwepêşandanên niha li Iraqê ji ber parçekirina şikestên berê ne û pêwîst e kar li ser çêkirin û avakirina xeletiyan bên kirin, ku bûne sedemê wan şikestan. ‘’Ji destpêkê ve me piştevaniya xwe bo xwepêşandan û daxwazên rewa nîşan dane, lê li gel vê jî me daxwaz kiriye, çareseriyek aştiyane ve pêk bê û rê ji kesên firsetçî re neyê dayîn ku siwarî wê pêlê bibin.’’
Serok Barzanî amadebûna Hewlêrê bo mêvandariya civînên navbera aliyên siyasî û xwepêşanderên Iraqê yên ji bo dîtina çareseriyek guncaw û derketina ji krîza niha jî nîşan da.
‘Pêwîst e Elawî li gel saziyên destûrî yên herêma Kurdistanê kar bike’
Serok Barzanî derbarê Mihemed Tofîq Elawî û mekanîzmaya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê de jî ragİhand, mekanîzmaya destnîşankirina wezîrên hikûmeta nû ya Iraqê, bi serokatiya Mihemed Elawî serkeftî nîne û nayê qebûl kirin. ‘’Pêwîst e kar li gel saziyên destûrî yên herêma Kurdistanê bike bo pêkanîna kabîne û destnîşan kirina wezîran. Hemû binpê kirinekî em red dikin, ku dibine sedemê binpê kirina mafên destûrî yên herêma Kurdistanê û pêkhateyên din ên Iraqê. ‘’
Derbarê dûrxistina pêkhate û aliyên Iraqê ji aliyê Mihemed Tofîq Elawî ve jî serok Barzanî got, kurd û sunne û hejmarek zêde ji şîeyan bi vî awayê Elawî yê pêkanîna kabîneyê nerazî ne. ji ber ‘’Xwedê girawî bi navê serbixwe û bêalîbûna wezîran ve dê kabîneyê destnîşan bike, lê piştre dê bi dilê xwe jî bikarbînê.’’
Derbarê bêalîbûna wezîrên kabîneya Elawî de jî Serok Barzanî got, ew awaye xwe mezindîtina nû ye û ne rast e. Wezîr dê ji aliyên wan ve bên destnîşan kirin ku Elawî bo wî erkî diyar kirine.
‘Li ser kesayetî û awayê diyarkirina Elawî û endamên kabîneya wî heye têbiniyên Kurdistanê hene’
Derbarê helwêstê herêma Kurdistanê de jî Serok Barzanî ragihand, herêma Kurdistanê têbiniyên wê li ser kesayetî û awayê diyarkirina Mihemed Elawî û endamên kabîneya wî heye.
Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ku Elawî nikare rêkeftina pêkanîna hikûmeta xwe li ser wan aliyan ferz bike ku ne beşekin ji wê rêkeftinê.
‘DAIŞ hîn metirsî ye û gefeke cidî ye bo Iraqê û herêma Kurdistanê’
Derbarê gefên DAIŞê û metirsiyên wê rêxistina terorîst de jî Serok Barzanî diyar kir, DAIŞ hîn metirsiye û gefekî cîdiye bo Iraqê û herêma Kurdistanê. Eger hêzên Amerîkayê ji Iraqê xwe vekêşin, wê demê ew rêxistin dê careke din û bi hêzeke mezintir ve vegere. Ji ber wê biryara vekêşîna hêzên Amerîkayê, biryarekî çarenivîssaz e û nabe bikeve hest û soz û muzeyedeyan de.
‘Nabe Iraq, yan jî herêma Kurdistanê bibe qada milmilaneyên Amerîka û Îranê’
Derbarê milmilaneyên derve yên li ser axa Iraqê û herêma Kurdistanê jî Serok Barzanî ragehand, ‘’Nabe Iraq, yan jî herêma Kurdistanê bibe qada milmilaneyên Amerîka û Îranê. Pêwîste Iraqê erkdar kirinên Îranê yan jî her welateke din red bike.’’
Serok Barzanî derbarê destkarîkirina ser destûra Iraqê de jî got: ‘’Em li gel sererastkirin û nûjen kirinê ne. Eger armanc dewlemendkirin û çaksazî be. Lê bi hemû awayekî em wî karî red dikin ku eger bibe sedemê ziyangehandina bi mafên gelê kurd û herêma Kurdistanê û demokrasiyê