TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî peyama taziyê ji bo Sêx Samo belav kir

Admin M
Nivîskar
📅 19 rêbendan 2022 05:40

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema wefata Şêx Şamo ku şêwirmendê serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê ji bo karên Kurdên Êzîdî bû û li Ankara di nexweşxanê de bi sedema Kovid-19 ê wefat kir, peyamekî sersaxiyê belav kir. Serok Barzanî di pepama xwe de got ku Şêx Şamo kesayetiyekî milletperwer û Kurdperwer bû. Peyama serok weha dewam dike:

“Bi xemgînî min wefata kesayetiyê xwuyane serokê Konseya Bilind ya Laleşê Şêx Şamo bihîst. Şêx Şamo ji bo doza birayên min yên Êzîdî û ji bo pêkvejiyana aşitiyane gelek xizmetê kir. Wefata wî wendahiyekî mezine.

Ji bo malbata Şêx Şamo, ji bo hevalên wî yên di Konseya bilind ya Laleşê de û ji bo temamê Êzîdiyan sersaxiyê dixwazim. Xwedê rihê wî di bihişta xwe de şad bike û ji bo herkesî sebrê dixwazim.”

Parve bike: