TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: Peymana 11ê Adarê berhema têkoşîna Şoreşa Îlonê ye

Admin İ
Edîtor
📅 11 adar 2026 13:38

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi boneya 56emîn salvegera Peymana dîrokî ya 11ê Adara 1970yî peyameke pîrozbahiyê weşand.

Serok Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir ku ev peyman werçerxeke dîrokî ye û cara yekem hikûmeta Iraqê neçar kiriye ku mafên gelê Kurd bi fermî nas bike.

Encama têkoşîna berfireh 

Serok Barzanî diyar kir ku Peymana 11ê Adarê encama xebat, têkoşîn û qurbanîdana Şoreşa Îlonê ye. Wî tekez kir ku ev serkeftin di bin serokatiya Barzaniyê Nemir de, bi keda Pêşmergeyên qehreman û bi piştgiriya hemû beşên civaka Kurdistanê hatiye bidestxistin. Serok Barzanî ev peyman wekî berhema xebateke bihêz a ji bo vegerandina mafên gelê Kurd û avakirina demokrasiyê ya li Iraqê pênase kir.

Peyama aştî û jiyana hevbeş 

Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser parastina destkeftiyên neteweyî û weha got:

Di vê salvegerê de, em careke din tekeziyê li ser parastina destkeftiyan, peyama aştiyê û çanda jiyana hevbeş a gelên Kurdistanê dikin.”

Wî anî ziman ku pêwîst e ruhê têkoşînê û destkeftiyên ku bi hêsanî nehatine bidestxistin, werin parastin.

Rêzgirtina ji bo şehîdan 

Di dawiya peyama xwe de, Serok Mesûd Barzanî bi rêzdarî têkoşîn û hewildanên hemû Pêşmerge, şoreşger û welatparêzên Şoreşa Îlonê bi bîr anîn. Serok Barzanî hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz bi bîr anî û silavên xwe ji bo malbatên şehîdan û têkoşerên rêya azadiyê şandin.

Peymana 11ê Adara 1970yî, di dîroka nûjen a Kurdistanê de wekî yekemîn belgeya fermî ya ku otonomî û mafên neteweyî yên Kurdan di çarçoveya dewleta Iraqê de nas dike, tê qebûlkirin.

Parve bike: