TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî pîrozî li Mustefa Kazimî kir û serkeftin jê re xwest

Admin H
Nivîskar
📅 09 nîsan 2020 19:42

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê pêwendî bi Mustefa Kazimîyê ku ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hatiye raspartin re, pêkanî û ew pîroz kir.

Serok Mesûd Barzanî di pêwendiya telefonî de piştevaniya xwe bo raspardeyê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê Mustefa Kazimî re ragihand, ew pîroz kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Serok Barzanî hêvî xwast ku ew pêngav bibe sedema jihevnêzîkbûna hemû pêkhateyên Iraqê û bibe deriyek ji bo çareserbûna pirsgirêkên Iraqê.

Parve bike: