Kurdistan
Serok Barzanî: Rojnameya Xebat di dîrokê de bûye zimanhalê gelê Kurdistanê
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro, 4ê Nîsana 2026an bi boneyeya 67emîn salvegera derçûna rojnameya Xebatê peyameke pîrozbahiyê weşand.
Serok Barzanî bi vê boneyê pîrozbahî li sernivîskar, nivîskar, rojnamevan û xwendevanên Kurdistanê kir û giringiya dîrokî ya vê dezgeha medyayê anî ziman.
Serok Barzanî di peyama xwe de tekez kir ku rojnameya Xebat ne tenê zimanhalê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye, lê belê di tevahiya dîroka xwe de wekî zimanhalê gelê Kurdistanê kar kiriye û her dem bi berpirsiyarî û pîşeyî erkê xwe bi cih aniye.
Serok Barzanî daxwaz ji rojnameyê kir ku li ser rêbaza neteweyî û niştimanî û parastina nirxên bilind ên gelê Kurdistanê berdewam bin û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan xwest.