Kurdistan
Serok Barzanî: Rola rewsenbîr û hunermendan ji ya siyasetmedaran zêdetir e
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê hejmarek rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Silêmaniyê pêşwazî kir.
Serok Barzanî di hevdîtinê de bal kişand ser rola bibandor a rewşenbîr û hunermendan û diyar kir ku ew ji siyasetmedaran bi bandortir in.
Serok Barzanî got, rewşenbîr û nivîsar beşeke girîng û bi bandor a civakê ne ku hin caran rola wan ji ya siyasetmedaran zêdetir derdikeve pêş û dikarin hê zêdetir xizmeta gelê xwe bikin.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî guh da daxwaziyên mêvanên xwe û piştgirî da wan.