TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî salvegera damezrandina Partiyên Komunîst pîroz kir

Admin İ
Edîtor
📅 31 adar 2026 13:30

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi boneya salvegera damezrandina Partiya Komunîst a Iraqê û Partiya Komunîst a Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de daxwaza xurtkirina hevahengî û karê hevbeş di navbera aliyên siyasî de kir.

“Ji bo azadiyê têkoşîneke mezin dane”

Serok Barzanî di peyama xwe de ku îro (31ê Adara 2026an) hate weşandin, pîrozbahiyeke germ li serokatî, endam û alîgirên her du partiyan kir.

Serok Barzanî bal kişand ser dîroka van partiyan û wiha got: 

Em pêzanîna xwe ji bo rol û qurbanîdanên Partiya Komunîst a Iraqê û Partiya Komunîst a Kurdistanê di xebata gelên Iraqê û gelê Kurdistanê de nîşan didin, ku ji bo azadiyê û li dijî dîktatoriyê têkoşîneke mezin dane.”

Banga ji bo hevahengiya siyasî

Di beşeke din a peyamê de, Serok Barzanî bal kişand ser rewşa siyasî ya herêmê û giringiya yekrêziyê. Barzanî destnîşan kir ku ji bo derbaskirina kaos û astengên niha, pêdivî bi karê hevbeş heye û wiha domand: 

Di vê bîranînê de, em tekeziyê li ser hevahengî û karê hevbeş ê aliyên siyasî dikin. Divê em Iraq û Herêma Kurdistanê ji pirsgirêk û aloziyan dûr bixin.”

Hêviya biratiyê

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de hêvî xwest ku ev salveger bibe wesîleya xurtkirina giyanê biratiyê û têkoşîna ji bo berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê û Iraqê.

Her du partiyên komunîst di dîroka siyasî ya Iraq û Kurdistanê de wekî hêzên xwedî bandor û xwedî mîrateyeke dirêj a têkoşîna li dijî sîstemên otorîter têne naskirin.

Parve bike: