TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: Ser tehdîda ewlekariyê û aramiyê ye

Admin M
Nivîskar
📅 13 cotmeh 2019 02:45

PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serokê Partiya Dahatû ya Sûriyê, bi Ahmed El Cebra re, li bajarê Massîv (Selahadîn) di mijara dahatûya xelkê Kurd yê Sûriyê de endîşeyên xwe ragihand. Ragihandin ji baregeha çapemeniyê ya serok Mesûd Barzanî hat kirin ku Barzanî Ahmed El Cebra û heyeta pêre qebûl kiriye.

Di hevdîtinê de behsa operasyona Tirkiyê ya bo ser herêma Kurdistanê ya Sûriyê hat kirin. Pêşdeçûnên li Sûriyê û Rojava mijara wan bû ku li serê axifîn. Barzanî endîşeyên xwe yên bo koçeka nû jî anî ziman.

Ahmed el Cerba, demekî serokê Koalîsyona Hêzên Muxalif û Şoreşger yên Netewî yê Sûriyê bû. Barzanî li ser Rojava weha got:

“Eger ev halê şer yê talûke dewam bike, li ser xelkê sîvîl tehdîdeka ciddiye û hem wê ewlekarî û aramiya herêmê xerab bike. Ez dixwazim bo xelkê Kurdistanê yê berxwedêr û terefên dinê bêjim, sedem her çi dibe bila bibe, xema kî be an xema kî nîn be, destê kî di nav vî halê talûke de be, niha ne wextê fikirandina hîssî û bi hêrsê ye. Wext hatiye ku temamê terefan nehêlin mirovên bêguneh bibin qurban, nehêlin demografiya herêmê biguhire û çi ji destê wan were bikin.”

Parve bike: