Kurdistan
Serok Barzanî sersaxî ji Mihemedê Hacî Mehmûd re xwest
PeyamaKurd - Serok Barzanî ji ber wexera dawiyê ya dayika Sekreterê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd, peyameke hevxemiyê arasteyî wî kir û sersaxî ji wî û malbata wan re xwast.
Peyama hevxemiyê ya Serok Barzanî ji bo Mihemedê Hacî Mehmûd
Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Rêzdar Mihemedê Hacî Mehmûd, Sekreterê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê.
Bi xemeke mezin ve nûçeya wexera dawiyê ya dayika we ya rêzdar xatûn Amîn Hesen Gelalî gihîşt min.
Ez sersaxiya ji we yên rêzdar û malbat û xizm û kesûkarên we re dixwazim û ez hevparê xema we me.
Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku canê Xwedêjêrazî bi bihişta berfireh şa bike û sebir û hedarê bide hemî aliyan.