Kurdistan
Serok Barzanî û Kusret Resûl îro dicivin
PeyamaKurd - Îro serok Mesûd Barzanî û Kusret Resûl Elî bicivin û gotûbêja xalên nakok yên PDKê û YNKê bikin.
Îro Serok Mesûd Barzanî serokê Partîya Demokratîka Kurdistanê û Kusret Resûl Elî cigirê sikretêrê giştî yê YNKê dê li Hewlêrê bicivin, wek amadekarî jibo civîna mektebên siyasî yên PDK û YNKê.
Barzanî û Kusret Resûl dê xalên nakok yên PDKê û YNKê li dor rêkkeftina 18 xalî û bi taybet jî pirsa Kerkûkê gotûbêj bikin û çaverêye herdu alî hemû rêgrîyên li hember rêkkeftinê raken û paşan mektebên siyasî yên PDKê û YNKê rêkkeftinê îmza bikin.
Zanyarî amajê diden ku Kusret resûl Elî nameyeka Berhem Salhî bo serok Barzanî anîye, da ku peywendîyên PDKê û serokkomarê Îraqê asayî bibin.