TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: Wê berpirsên sehîdkirina Pêsmerge cezayê heq dikin bibînin!

Admin H
Nivîskar
📅 06 hezîran 2021 23:22

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi malbatên Pêşmergeyên di êrîşa doh 5ê Hezîranê li Metînayê di encama êrîşa PKKê de hatine şehîdkirin re hevdîtin pêk anîn û sersaxî ji malbatan re xwest.

Nivîsgeha Serok Barzanî ragihand ku di pêwendiya telefonî ya ligel her malbatên 5 şehîdên Pêşmerge de, hevxemiya xwe nîşan daye û sersaxî daye malbatan.

Herwiha Serok Barzanî gotiye, “Yên ku tawana şehîdkirina Pêşmerge kirine, wê cezayê ku heq dikin bibînin.“

Serok Barzanî bi Pêşmergeyên birîndarên wê êrîşê re jî axiviye û hêviya selametiya bilez bo wan xwestiye.

Parve bike: