TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Berzanî mêvanê xwe bi rê kir

Admin H
Nivîskar
📅 26 sibat 2019 21:40

PeyamaKurd - Serok Barzanî îro dostê gelê kurd François Hollande bi rêya balefirxaneya Hewlêrê ve ber bi welatê wî ew birêkir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî daxuyaniya hatiye dayîn wiha ye:

Îro Serok Mesûd Barzanî bi rêya balefirxaneya Navdewletiya Hewlêrê, birêz François Hollande Serokê berê yê Fransa û dostê gelê Kurdistanê  Serok Barzanî bi spas û rêz ew bi rê kirîye welatê wî.

Serok Barzanî spas û bixêrhatina birêz François Hollande kir û hêvî xwest herdem wekî dostekê pirsa rewaya gelê Kurdistanê û berdewam bin li peywendî û serdan kirina Kurdistanê.

Roja dûşemê di dema serdanîkirina Hewlêrê, li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwaziya birêz François Hollande Serokê berê yê Fransa û dostê gelê Kurdistanê kir û li hevdîtinê de dûbare spasî piştevaniya Fransa û Serok Hollande bi xwe kir û pesnê wan hevkarî û peywendiyan kir ku li şerê dijî terorîstên Daîş de pêşkêşî Kurdistanê kirin.

Li beramber da birêz François Hollande pêzanînên xwe ji bo qehremanî û wêrekî û qurbanîdana gelê Kurdistanê û Pêşmerge li şerê dijî Daîş de nîşanda.

Parve bike: