TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Mesûd Barzanî: Bêgumun aştî her dem ji şer çêtir e

Admin H
Nivîskar
📅 08 nîsan 2026 14:55

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî hêvî kir ku agirbesta di navbera Amerîka û Komara Îslamî ya Îranê de bibe destpêka aştiyeke mayînde.

Serok Barzanî, îro 8ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê peyamek parve kir û wiha got:

"Em hêvî dikin ku ev agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de, ji bo herêma me aştî, ewlehî û bextewariyeke mayînde bîne û bibe destpêka bidawîkirina hemû pirsgirêkên li herêma me. Bêguman aştî her dem ji şer çêtir e."

Parve bike: