Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di daxuyaniyekê ji bo salvegera damezrandina Kurdistan Tv de ragihand, Kurdistan Tv bi berdewamî roleke berçav di pêşxistina çand û neteweya Kurdî de li ser rêya Rêber Barzanî ya nemir de lîstiye.
Peyama pîrozbayî ya Serok Mesûd Barzanî wiha ye:
“Rêvebir û xebatkarên hêja yên Kurdistan TV, bi helkefta 24 saliya xwe pîrozbahiyê li we hemûyan dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim. Hêvîdar im xizmeta Kurdistan TV ya ji bo pêşxistina çand û netewperweriya Kurdî berdewam be.”
Ji bo gelê me gelekî girîng e ku Kurdistan TV li ser esasên bawerî û durustiyê dest bi xebatên xwe kir. Herwiha hem ji bo gelê Herêma Kurdistanê hem jî ji bo derve bûye toreke pêwendiyan.
Divê Kurdistan TV ji niha û pê de di çarçoveya pêşketinên teknolojîk û di ronahiya geşkirina çanda Kurdî û neteweperweriya Rêberê Nemir Barzanî de xebata xwe bidomîne.
Em di wê baweriyê de ne ku Kurdistan TV ku heta niha bûye dengê pêkhate, hemwelatî û xebatkarên Kurdistanê, wê di demên pêş de jî bibe dengê pêşketina Kurdistanê.
Li ser vî esasî ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim.”