TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Mesûd Barzanî peyameke serxwesiyê belav kir

Admin L
Nivîskar
📅 03 nîsan 2021 17:59

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê, serxweşî li malbata Dadwer Mihemed Elerêbî kir û diyar kir: “Mihemed Elerêbî, yek ji wan dadwerên wêrek bû ku di dadgehîkirina tawanbarên rejîma berê yê Iraqê de beşdarî kiribû ku bi taybetî ewên destê wan di tawanên Enfalê û kîmyabarana gelê Kurdistanê de hebû.”

Peyama serxweşiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya Dadwer Mihemed Elerêbî, gihîşt me ku yek ji wan dadwerên wêrek bû ku di dadgehîkirina tawanbarên rejîma berê yê Iraqê de beşdarî kiribû ku bi taybetî ewên destê wan di tawanên Enfalê û kîmyabarana gelê Kurdistanê de hebû.

Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesûkarên Dadwer Mihemed Elerêbî û dadwerên birêz û navendên dadwerî û gelên Iraqê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji Xwedayê mezin hêvî dikim, ruhê xwedê jêrazî bi bihişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşîne.

Inna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em Ji Xweda Hatin û Em ê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

03.04.2021

 

Parve bike: