TR KU SO
FB X
Kurdistan

Seroka Parlemanê bi helkefta sersalê pîrozbahî li xelkê Kurdistanê û cîhanê kir

📅 01 rêbendan 2020 13:50

PeyamaKurd - Seroka Parlamentoya Kurdistanê bi boneya sersalê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû Kurdistaniyan û cîhanê kir.

Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq, bi helkefta sere salê peyamek belav kir û sala nû li hemû xelkê Kurdistanê û cîhanê pîroz kir.

Rêwaz Fayeq di peyama xwe de, hêviyên xwe bo aramî û tebayiyê û herwiha bo çareserkirina pirsgirêk û qeyranan di sala nû de der birîne.

Seroka Parlamentoya Kurdistanê dibêje, “Hêvîxwaz im, em sala nû bi aramî û tebayî bi rê bikin û sala çareserkirina pirsgirêk, qeyranan û binyatdanîna baweriyê be di navbera hemwelatî û desthilata siyasî bo ku li gel hev, derfet pêk bînin ta Kurdistan, ber bi pêşveçûneke berçav di astên ciyawaz de bi xwe ve bibîne.”

Parve bike: