TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokatiya Herêma Kurdistanê: Li Bexdayê li ser maddeya 140 hevdîtin hat kirin

Admin M
Nivîskar
📅 29 mijdar 2022 04:17

PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di seredana serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de li Bexdayê li ser xala 140 ê bi serokwezîrê Iraqê bi Sûdanî re axifiye. Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî seredana Barzanî ya ji bo Bexdayê li ser encama seredanê bi nîvîskî daxwuyanî da. Li gor daxwuyaniye:

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di seredana xwe ya Bexdayê de bi serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudanê û partiyên siyasî re hevdîtinan kiriye, desteka xwe ji bo serkeftina bernama hukumetê û ji bo di nav terefan de hevkarî û koordinasyon çêbibe, desteka xwe ragihandiye.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku li ser pirsgirêkên di çarçoveya çareseriya maddeya 140 ê de axifîne, ji bilî wê li ser mijarên malî, budçe, rewşa Şengalê û bi giştî li ser pirsgirêkan ku divê di rêya diyalogê de bên çareserkirin rawestiyane. Barzanî daxwaza parastina hukumraniya Iraqê û îstîqrarê kiriye.

Di mijara êrîşên ji bo li ser dewletên cîran ku ji nav axa Iraqê û Herêma Kurdistanê here ser welatên cîran qebûl nekirine û bûne hemfikir ku wê îznê nedin êrîşên weha jî. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:

“Bi vê armancê wê alîkariya koçberan bêkirin lê wê îznê nedin ku l ser axa Kurdistanê grûbên çekdar hebin. Ji bo parastina sînoran wê Hewlêr û Bexda di nav hevkariyê û koordînasyonê de bin. Wê bi welatên cîran re hevkarî bêkirin û tedbîran bistînin.”

Li aliyê dinê wezîrê dadê yê Iraqê Xalid Şivanî ragihand ku ji bo çareserkirina xala 140 ê bicîhbikin, komisyona bilind hatiye avakirin. Şivanî got ku ji ber nemana otorîteyê li deverên weka Kerkûk û ciyên din valahî çêbûye û siyaseta Erebkirdinê hatiye meşandin. Şivanî ragihand ku bi avakirina komîsyonê re ji bo xebata xala 140 ê wê ji nûh de xebat destpêbikin.

Komîsyon wê di nav 10 rojan de dest bi xebata xwe bike û ji bo mesrefa xebayê wê di budça 2023an de jê re pere bê veqetandin û pêşniyarê encumena wezîran bikin.

Serokwezîrê Iraqê Şiya es-Sudani di bernama kabîna xwe de gotibû ku wê di nav mehekî de dest bi xebata xwe ya xala 140 ê bikin.

Xebata komisyona xala 140 ê ji sala 2014an de hatiye rawestandin.

Parve bike: