Kurdistan
Serokatiya Parlamena Iraqê: Wê budçeya 2021ê zû bê pesendkirin
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Hesen Kebî ragihand ku wê bûdçeya sala 2021ê wekî salên berê dereng nemîne û zû were pesendkirin.
Hesen Kebî îro 6ê Kanûnê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê îsal ji salên berê cudatir be û bûdçeya sala 2021ê zû were ber parlementoyê û bûdçeya sala 2021ê di dema xwe de zû were pesendkirin.
Kebî daye zanîn ku ew dê hewl bidin bûdçeyê bi awayê dadpwerwerane li ser parêzgehên Iraqê dabeş bikin.