Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û serokên fraksiyonan dicivin
PeyamaKurd - Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û serokên fraksiyonan bo destpêkirina civînan kom dibin.
Serokê fraksiyona Geşepêdana Tirkmen Mihemed Îlxanî ragihand, sibe roja Çarşemê (29.04.2020) Desteya Serokatiya Parlamentoyê û Serokên fraksiyonan dê bicivin.
Mihemed Îlxanî derbarê mijarên guftûgoyên civînê de jî ragihand, di civînê de guftûgoyên amadekariyê bo destpêkirina dema nû yasadanîna parlamentoyê û ew projeyên biryare, di vê dema nû de kar li ser bên kirin dê bê guftûgokirin.
Ji ber belavbûna vîrusa koronayê(Covid-19) Parlamentoya Kurdistanê civînên xwe ragirtibû û heta niha ne diyar e dê civînên parlamentoyê bi temamî kengî dest pê bikin.
Serokê firaksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Kurdistanê, Umêd Xoşnav gotibû, şandek hikûmetê piştî serdana xwe ya bo Bexdayê, dê (26.04.2020) bi desteya serokatiya parlemena Kurdistanê û serokên fraksyonan re civînekê encam bide lê ew civîn hatibû paşxistin.