Kurdistan
Serokatiyên 3 encûmenên parêzgehên Kurdistanê civiyan
PeyamaKurd - Bi armanca amadekarî bo civîna li gel serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, serokatiyên 3 encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê di civînê de ne.
Li gor zanyariyên berdest, li paytexta herêma Kurdsitanê Hewlêrê serokatiyên encûmenên parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê di civînê de ne û xwe ji bo civîna li gel serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amade dikin.
Ev civîna serokatiyên encûmena parêzgehan, bi armanca hemahengî û yekxistina ramanên xwe yên derbarê civînên li gel serokê hikûmetê ye, ku biryar e îro Sêşem (12.11.2019) birêve biçe.