TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokê Herêma Kurdistanê serdana Mîr Hazim Tehsîn Beg kir

Admin H
Nivîskar
📅 04 tebax 2019 13:52

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 3yê Tebaxê êvarê li navçeya Şêxan ya Duhokê serdana Mîrê Êzîdiyên Kurdistanê û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg kir.

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî bi boneya wergirtina erkê mîratiyê dubare pîrozbahî li Mîr Hazim Tehsîn Beg kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha piştgîriya xwe û Herêma Kurdistanê ji bo Kurdên Êzîdî dubare kir.

Mîr Hazim Tehsîn Beg jî kêfxweşiya xwe ji bo serdanê û piştgîriya berdewamiyên Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Kurdên Êzîdî nîşan da û hewlên wî yên bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdên Êzîdî bilind nirxand.

Di hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê û Mîr Hazim Tehsîn Beg de rewşa giştî ya Kurdên Êzîdî, navçeya Şingal û hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan û avakirin û vegerandina aramiyê bo wan navçeyan gotûbêj kirin.

Parve bike: