Kurdistan
Serokê nexweşxana Dêrsimê yê berê Çağdaş Özdemir şandin zîndanê
PeyamaKurd – Di çarçova dosya Gülistan Doku de, bi sedema serokê nexweşxana dewletê yê berê yê Dêrsimê Dr. Çağdaş Özdemir qeydiyên Gülistan Doku jê biribû û delîlan ji ortê rakiribû, piştî li asayîşê (cendirme) îfadên wî girtin, ew şandin dadgehê.
Dadgehê piştî îfadên wî sitend, bi biryara zîndanîkirinê ew şandin zîndanê. Kurê parêzgehê berê yê Dêrsimê Mustafa Türkay Sonel jî şandibûn zîndanê. Lê parêzger Tuncay Sonel bajarê Erzeromê (Erzurum) lê serdozger wexta binçavkirina wî dirêj kiribû.
Heya niha Doku çawa hatiye kuştin û çi bi cesedê wê kirine nayê zanîn lê di pêşde dê ew jî zelal bibe.