Kurdistan
Serokê Partiya Pêserojê îro serdana Diyarbekirê dike
PeyamaKurd – Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu serdana Diyarbekirê dike.
Li gor zanyariyan, wê Ahmet Davutoglu di çarçoveya serdana xwe de 2 rojan li Diyarbekirê bimîne.
Herwiha Davutoglu di çaçoveya serdana xwe de destpêkê serdana navçeya Erxenî dike, piştre jî serdana esnaf û dikandarên Diyarbekirê dike.
Hat ragihandin, Serokê Partiya Pêşerojê heman rojê ligel nûnerên saziyên civaka sivîl li otelekê dicive û beşdarî komxebateke derbarê pirsa Kurd dibe. Komxebat di saet 17.00 destpê dike.
Davutoglu 12ê Hezîranê jî wê bi rojnamevanên parêzgeha Diyarbekirê re bicive.