TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokê Saredariya Essenê soza pistevaniyê ji bo Duhokê da

Admin L
Nivîskar
📅 14 tîrmeh 2021 15:59

PeyamaKurd - Serokê Şaredariya Mezin a bajarê Essen li Almanyayê Thomas Kufen, soza piştevaniyê di warê tebndirustiyê de ji bo Duhokê da Parêzgarê Duhokê Elî Teter.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter, serdana bajarê Essen ê Almanyayê kir û bi berpirsên wî bajarî re civiya.

Alîkarîkirina koçberan li parêzgeha Duhokê bûye sedema hemahengiya di navbera her du bajaran de. Serokê şaredariya mezin ya bajarê Essen diyar dike, ew piştevaniya Duhokê di warê xizmetên tendirustî de dikin.  Ev alîkarî û hemahengî ji sala 2015an ve destpê kiriye û niha berfirehtir dibin.

Serokê şaredariya mezin ya bajarê Essen Thomas Kufen dide zanîn: “Her ji sala 2015ê ve bajarê Essen alîkariya saziyên koçberan li parêzgeha Duhokê dikin û ji vê çendê hevkariyeke mezin dirust bûye ku ji çarçoveyê karîtas derbas bûye. Em wek bajarê Essenê, piştgîriya berpirsiyarên Duhokê dikin di warê xizmetên tendirustî û baştirkirina rewşa koçberan de.”

Bi gotina Elî Teter, ew hevkariya berî 6 sala ya di navbera bajarê Kurdistanî û yê Alamanî de destipêkirî, di hevdîtin û seredanên fermî de tê berfirehkirin û berdewamiya wan tê dayîn.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter jî destnîşan dike: “Di civîna îro de me daxwaz ji wan kir ku hevkariyên hene bêne berfirehtirin ji bilî yên tendirustî û bo penaberan. Me xwest hevkarî di warê perwerde, şaristanî, aborî, kulturî û heta ku werzîşê de jî bêne kirin.”

Piraniya karê Rêxistina Caritasê li Duhokê têne kirin ku du kesên Alman li pişt in. Ew dibêjin nêzîkî 5 mîlyon Euro li projeyan xerc kirine û dixwazin projeyên ku koçber bikarin ji bo demdirêj dahata xwe ya rojane jê peyda bikin cîbicî bikin.

Berpirsê Caritasê li Essen Markus Kamplink jî eşkere kir: “Armanca me ya sereke ew e ku xelk wî karî bikin ku watayekê di nav de bibînin ku dahatê wan pê peyda dibe. Ji sala 2016ê heta niha me nêzîkî 5 mîlyon Euro xerc kirine. Niha me dest bi kampanyake mezin a Korona kiriye. Di vê kampanyê de em mask, lepik û pakkerewên destî didin xelkê.”

Parve bike: