Serokên Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Fransayê Yves Le Drian dicivin
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, piştî serdana do ya Bexdayê derbasî Hewlêrê bû. Biryar e îro bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re bicive.
Di civînê de, Le Drian û berpirsên Herêma Kurdistanê, dê peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê ji aliyê siyasî û leşkerî ve gotûbêj bikin.
Konsulê Giştî yê Fransayê di derbarê serdana Le Drian a bo Kurdistanê de twittek bi zimanê Kurdî belav kiriye û ragihandiye, serdana Le Diran bo Hewlêrê ji bo hevsozî û piştevaniyê ye.
Le Drian derengiya şeva Pêncşemê 16ê Tîrmehê û derdora saet 22:30an de, piştî serdana Bexdayê bi balafireke taybet gihîştibû Hewlêrê û li balafirxaneyê ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hatibû pêşwazîkirin.
Ev heyştemîn car e ku Jean-Yves Le Drian serdana Herêma Kurdistanê dike. Berî vê çar caran wek Wezîrê Berevaniyê, serdana Herêma Kurdistanê kiriye û di serdanên berê de jî wek Wezîrê Derve yê Fransayê serdana Kurdistanê kiriye.
Li gor şarezayê karûbarên siyasî yê Fransayê, Dr. Adil Baxevan ragihand, pêwendiyeke dîrokî yê Fransayê li gel Herêma Kurdistanê heye û pêgeha Herêma Kurdistanê jî di nava siyaseta Fransayê de cêgir e.