TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokerkanê Iraqê Yarallah hêzên Pêşmerge pîroz kir

Admin M
Nivîskar
📅 22 îlon 2026 17:07

PeyamaKurd – Serokerkanê Iraqê Orgeneral Abdulemir Reşid Yarallah bi sedema bi fermî ragihandina yekgirtina hêzên Pêşerge hat kirin ku di bin sîwana wezareta Pêşmerge de bûne yek, peyameklî belav kir. Yarallah yekkirina xebata hêzên Pêşmerge û xwurtkirina endazyariya ewlehiya Iraqê weka dîrokî bi nav kir.

Peyama Yarallah li ser navê wezareta bergiriya Iraqê bi fermî belav kir, temamê astên Pêşmerge pîroz kir û got kiryara hatiye kirin, nîşana yekkirina dezgeyan ya di bin yek sîwanekî de ye. Yarallah balê kişand ser rola Pêşmerge ya di bergiriya netewî de û weha dewam kir:

“Yekkirina hêzên Pêşmerge, dezgeyên ewlehiyê û yên leşkerî ku di bin yek sîwanekî de dibin yek, ji bo parastina weten û welatiyan, ji bo zêdekirina dîsîplîn û asta amadekariyê, bingehekî gelek bi hezre.

Em weka wezareta bergiriyê; Pêşmergên ku perçeyekî ji sîstema me ya parastinêye, koordinasyona navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê, hevkarî û entegrasyonê ji bo Iraqê gelek girîng dibînin.

Di operasyonên rizgarkirinê de, tewrê Pêşmerge ya li hemberê terorê û ya di parastina gele Iraqê û Iraqê de, bi temamî erka xwe îsbat kiriye.”

Yarallah, her weha bi sedema yekkirina hêzên Pêşmerge, ji ber rola serpereştiya Herêma Kurdistanê ya siyasî û leşkerî, sipasiya serpereştiya Kurdistanê kir.

Di daxwuyaniya xwe de behsa rola serok Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokwezîr Mesrûr Barzanî, cîgirê serokwezîr Qubad Talabanî, wezîrê Pêşmerge Şoreş İsmail û serokerkanê Pêşmerge Korgeneral İsa Aziz kir û xebata wan bi qedirbilindî nirxand.

Parve bike: