TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî 500 mîlyon dînar bo xebatkarên tenduristiyê yê Helebçeyê veqetand

Admin M
Nivîskar
📅 06 îlon 2020 03:33

PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi xebatkarên tenduristiyê yên bajarê Helebçeyê 500 mîlyon dînar an ku 420 hezar dolarê Amerîkî veqetand. Ragihandin ji aliyê wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê de hat kirin. Wezaret weha got:

“Bi fermana serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya têkoşîna bi Kovid-19 ê re bo xebatkarên bajêr yên tenduristiyê 500 mîlyon Dînarê Iraqê hat veqetandin.”

Parve bike: