Kurdistan
Serokwezîr Barzanî: Armanca me, parastina mafên destûrî ye
PeyamaKurd- Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li ser çûndina xwe ya Bexdayê peyamek parve kir û diyar kir ku ew ji bo parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê li Bexdayê ye.
Serokwezîr Barzanî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek da û got ku “Armanca me, parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê ye.”
Îro şandeke bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku ji Cîgirê Serokwezîr Kubad Talebanî, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Serokê Encûmena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encumena Wezîran Amanc Rehîm pêk dihat, çûn Bexdayê.
Hat ragihandin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî, civîna xwe ya yekem, bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sudanî re kir.