TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî bi sanda Kurdistanê ya Bexdayê re civiya

Admin H
Nivîskar
📅 28 rêbendan 2021 21:41

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ligel Şanda Danûstandinkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hikûmeta federal re, li ser pirsa petrol û budceya federalî ya sala 2021an civiya.

Di civînê de Cîgirê Serokwezîr û Serokê Şanda Danûstandinkar Qubad Talebanî beşdar bû û pêşhatên dawî û rêyên proseya danûstandinan ligel hikûmeta federalî hatin pêşkêşkirin.

Şandeyê diyar kir ku guftûgo berdewam in bi arasteya gihîştina rêkeftinekê li ser binemaya destûrê ku maf û destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê dabîn bike.

Biryar e hefteya bê jî Şanda Danûstandkar a Kurdistanê ji bo berdewamiya guftûgoyan vegere Bexdayê.

Parve bike: