TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî Cejna Kurdên Kakeyî pîroz kir

Admin H
Nivîskar
📅 26 rêbendan 2024 00:01

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 25ê Çileyê peyameke pîrozbahiyê bo cejna Yarên Qewiltas a Kakeyîyên Kurdistanê û cîhanê belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi helkefta hatina cejna Yarên Qewiltas, ez gerimtirîn pîrozbahî li xwişk û birayên Kakeyî (Yarisan) li Kurdistanê û cîhanê dikim, hêvîdar im cejna xwe bi xêr û xweşî bikin”.

Serokwezîr Barzanî di dewamê de bi bîr xist: “Kakeyî pêkhateke resen a gelê Kurdistanê ne û roleke diyar û girîng di bizava rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de girtine û herdem bi rêz xebat û tekoşîn û qurbanîdana xwe bilind dinirxînin û em pabendbûna xwe li ser parastina mafên wan tekez dikin”.

Parve bike: