TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî: Hevdîtinên Hewlêr û Bexdayê bi awayekî rast têne kirin

Admin H
Nivîskar
📅 01 îlon 2019 18:00

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtina ligel Balyozê Brîtanya li Iraqê de got, niha guftûgoyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê berdewam in û pêwendî bi awayekî rast tên kirin û jihevtêgihîştineke baş bo çareserkirina pirsgirêkan destûra Iraqê heye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê John Wilkes kir.

Di civîna ku ku Konsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê James Thornton jî amade bû, Balyozê Brîtanya bal kişand ser ku welatê wî bi geşbînî û erênî pêşwazî li kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û ji bo her hevkariyekê amade ye diyar kir, Herêma Kurdistanê bi berdewamî di geşekirinê de ye. Xweşhaliya xwe jî derbirî ku niha heyameke erênî di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye. Herwiha amaje bi amadehiya kompanyayên Brîtanyayê kir ji bo webirhênanê li Herêma Kurdistanê bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ronî xiste ser pêşketina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û got, niha guftûgo berdewam in û pêwendî bi arasteyeke rast de diçin û jihevtêgihîştineke baş bo çareserkirina pirsgirêkan li ser binemaya destûrê heye.

Serokwezîr daxwaz ji Balyozê Brîtanyayê kir ku asankariyên zêdetir bo hatûçûn û geşekirina di navbera her du welatan de bi taybetî bo welatiyan Iraqê û Herêma Kurdistanê bê kirin, ji bo bikarin serdana Brîtanyayê bikin. Di vî warî de Balyozê Brîtanyayê ronî kir, niha wergirtina vîzayê bo welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê de bileztir dibe.

Di beşeke din a civînê de, her du alî hevnêrîn bûn li ser metirsiyên gefên DAIŞê ku niha li çend navçeyên Iraqê dest bi xwerêxistin û tevgerê kirine û bûne gef li ser xelkê wan navçeyan û rê jî li pêş vegera koçberan bo cihên wan digire.

Ji ber wê tekezî li ser wê yekê hat kirin, ku pêwîst e bo rûbirûbûna gefan, hevahengiya zêdetir di navbera hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Herêma Kurdistanê de hebe.

Parve bike: