Kurdistan
Serokwezîr Barzanî ji bo teqîna Îzmîrê sersaxî da Tirkiyê
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, hevsozî û xemgîniya xwe bo qurbaniyên rûdana teqîna bajarê Izmirê yê Tirkiyeyê ku 17 kesan can dabû diyar kir û sersaxî ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û gelê Tirkiyê re xwest.
Mesrûr Barzanî, li ser hesabê xwe yê "X"ê peyamek belav kir ku ji ber mirina hejmareke welatiyan ji ber teqîna kargeha HABAŞê ya Îzmîrê, xemgîniya xwe anî ziman.
Barzanî sersaxî ji Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û gelê Tirkiyeyê û malbatên wan qurbaniyan re xwest.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevsoziya xwe bo hemû lêqewimiyan diyar kir û hêviya şifaya bilez ji bo birîndaran xwest.