Kurdistan
Serokwezîr Barzanî ji parlementoyê civînekî taybet xwest
PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji parlementoya Kurdistanê civînekî taybet xwestiye û wê di nêzde civîna daxwazkirî çêbibe. Wê di civîna taybet de, kabîna 9 emîn behsa pêvajoya reforman bike, pêngavên hatine avêtin, asta muzakereyên ku Hewlêr û Bexda meşandine, têkoşîna bi Kovid-19 ê re û bandora kovid-19 ê li ser aboriya Kurdistanê bêkirin.
Di Rêziknameya hundir ya parlementoyê de heye; eger serokwezîr bo agahîdayîna parlementoyê, ji Dîwana Serokatiya Parlementoyê civîn bixwaze, civîn di nav 14 rojan de têpêkanîn.