TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî serokwezîrê Brîtanyayê Johnson pîroz kir

Admin M
Nivîskar
📅 27 tîrmeh 2019 04:16

PeyamaKurd- Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyama pîrozbahiyê bo serokwezîrê nû yê Brîtanyayê bo Boris Johnson şand. Barzanî daxwaza serkeftinê bo wî xwest.

Barzanî di peyama xwe de behsa dostaniya navbera Brîtanya û Kurdistanê kir û sipasiya Johnson bi sedema desteka wî ya Kurdistanê kir. Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Di dema ku cenabê te şaredarê Londrayê bû û hem di dema wezîrê karên derve yê Brîtanyayê bû, di her dû deman de desteka ku cenabê te bo me da, sipasiya we dikim. Em weka dost û hevkar dikarin bi hev bawer bibin.”

Barzanî hêvî kir ku di mijarên herêmî û navdewletî de, hevakriyeka nêz bi hevre bikin.

Parve bike: