Kurdistan
Serokwezîr Barzanî serxwesî li malbata Pêsewa Qazî Mihemed kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser koça dawîa Elî Qazî, sersaxî li malbata Pêşewa Qazî Mihemed kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi mixabinî ve, nûçeya koça dawî ya kak Elî Qazî, kurê şehîd pêşewa Qazî Mihemed gihîşt min. Pirse û sersaxiyê li malbata wî û niştimanperwer pêşewa Qazî dikin û hevxemê wan in. Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştî şad bike û sebir û aramiyê bi hemûyan.”
Elî Qazî, kurê bi tenê yê Serokê Komara Kurdistanê li Mehabadê pêşewa Qazî Mihemed îro 10ê Tîrmeha 2022an li bajarê Bonê yê Almanyayê koça dawî kir.