Serokwezîr Barzanî û Davutoglu pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê berê yê Tirkiyê û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu re li ser pêwîstiya bihêzkirina peywendiyên dualî di warên cuda de gotûbêj kir.
Îro Yekşemê 24.11.2024 Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê berê yê Tirkiyê û Serokê Partiya Pêşerojê Davutoglu kir.
Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê Erman Topçu jî tê de amade bû, geşepêdana peywendiyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê û rewşa giştî ya Iraq û navçeyê hatin nirxandin.
Davutoglu işaret bi helwesta girîng a Herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku divê têkiliyên Tirkiyeyê bi Herêma Kurdistanê re bên xurtkirin.
Mesrûr Barzanî herwiha daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina peywendiyên ligel Tirkiyê di warên cuda de dûpat kir.