TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr bo koça dawî ya Pêsmergeyê dêrîn peyamek serxwesiyê belav kir

Admin L
Nivîskar
📅 09 berfanbar 2020 17:59

PeyamaKurd – Bo koça dawî ya Pêşmergeyê dêrîn Mistefa Nêrweyî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir.

Peyama serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi xem û kovaneke mezin ve me nûçeya malavahiya Pêşmerge û xebatkarê nas û fermandarê her du şoreşên Îlon û gulanê tekoşar Mistefa Nêrweyî bîhîst.

Xwedê jê razî Mistefa Nêrweyî heval û Pêşmergeyekî hemçeperê nêzîk ê Barzanî yê nemir bû û rêveberekî çavnetirs ê tevgera rizgarî xwaziya Kurdistanê û kesayeteke xwedî paye û cîhekî diyar bû nav civaka Behdînan de.

Serxweşiyê li malbata xwedê jê razî û xelkê Behdînanê û bi giştî Kurdistanê dikim. Xwedayê mezin cîhê wî bike beheşt û sebr û aramiyê bide me û kesûkara û hevalên wî.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê  

 

Parve bike: