Serokwezîr: DAIS ji bo Iraq û herêmê metirsiya domdar e
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê mikurhatina komên terorîstên DAIŞ ku çend roj berê ji aliyê Encûmena Asayişê ya Herêma Kurdistanê ve hatibû weşandin de ji rojnameya “Şerq -El-Ewset” re diyar kir, DAIŞ ji bo Iraq û herêmê metirsiya domdar e. Herwiha Mesrûr Barzanî destnîşan kir: "Iraq û Herêma Kurdistanê, hîn jî ji bo misogerkirina têkçûna daîmî ya DAIŞê pêdiviya wan bi hêzên Hevpeymaniya Navnetewî heye."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da zanîn, şaneyên terorîst ên DAIŞ'ê li kampa Holê ya Sûriyê plana armankirina Herêma Kurdistanê amade kiribûn. Herwiha eşkere dike: ‘‘DAIŞ ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê metirsî ye û bi taybet bi rêya karînên wê ên derbaskirina sînoran û vedizîkirina bo nava xaka Iraqê.’’
Mesrûr Barzanî dibêje, bo misogerkirina têkçûnaherdemî ya DAIŞê li Iraq û Herêma Kurdistanê hîn jî pêdiviya bi hêzên Hevpeymaniya navnetewî heye û daxwaz ji Hevpeymanan kir ku gef û metirsiyên li ser aştî û aramiya Herêma Kurdistanê û derve bi cidî werbigrin.
Mesrûr Barzanî ku berî niha jî derbarê gera sêyem a guftûgoyên stratejîk a di navbera Baxda û Washingtonê de ragihandibû, Herêma Kurdistanê biryara xwe heye û dibîne ku pêwîst e hêzên Hevpeymaniya Navnetewî li Iraqê bimînin.