TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr ji bo wefata Sivan Sêxo peyamek serxwesiyê belav kir

Admin L
Nivîskar
📅 01 cotmeh 2020 16:58

PeyamaKurd Ji bo wefata kesayetê navdar ê Zaxoyê û Kargerê Liqê Heştem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê Şivan Şêxo, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Bi mixabinî ve, min nûçeya koça dawiyê ya kesayetiya navdar a Zaxoyê û Kargêrê Liqê Heştem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê bihîst. Hevxemiya bi malbata wî ya niştimanperwer radigihînim. Xwedêyê mezin giyanî wî bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbat û kesûkar û hevalên wî.’’

Parve bike: