TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr: Piska Kurdistanê ya di budçeya Hikûmeta Federal de ne xelat e

Admin L
Nivîskar
📅 14 mijdar 2020 17:39

PeyamaKurd –  Di derbarê pejirandina qanûna deynan û qutkirina butçeya Kurdistanê ji aliyê Parlamentoya Iraqê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyam li ser hesabê xwe yê twitterê belav kir û got: ‘‘Pişka Kurdistanê ya di budceya Hikûmeta Federal a Iraqê de ne xelat e.’’

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê twîtterê de diyar kir: ‘‘Pişka Kurdistanê ya di budceya Hikûmeta Federal de ne xêr û xelat e, mafê me bixwe ye.’’

Herwiha got: ‘‘Me berê jî behs kir, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê pêwîst e li ser bingeha naskirina maf û erkê her aliyekî yê li gor destûrê be.’’

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn: ‘‘Ew pêşhateya metirsîdar pêwîste di demeke zû de bê rast kirin. Naha jî derfet maye bo rast kirina wê zulma hatiye kirin.’’

 

Parve bike: