TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sersaxî li bavê Daner kir

Admin L
Nivîskar
📅 12 sibat 2022 19:38

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi rêya telefonê sersaxî li Nebez Salih bavê Daner kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di wê pêwendiyê de sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr gihand bavê Daner û hêvî xwest Xwedêyê mezin, sebir û aramiyê bide malbata wan.

Herwiha bavê Daner jî bi navê xwe û malbata xwe spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ku bi berdewamî ew di pêwendiyê de bû û berpirsên hikûmetê jî ji bo dîtina meytê Daner raspardibûn.

Daner Nebez ê 10 mehî, beriya 55 rojan, roja 17ê Kanûna 2021ê, di dema rabûna lehiyê de li nahiya Daretû ketibû bin avê û wenda bûbû. Meytê wî jî îro danê sibê li gundê Sorbeş ê deşta Şemamik a li parêzgeha Hewlêrê hat dîtin.

Parve bike: