Kurdistan
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî sibê diçe Ankara
PeyamaKurd- Di çapemeniya Tirkiyê de hat ragihandin ku sibê an ku di 28 ê mehê de serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo seredanê diçe payîtexta Tirkiyê Ankara.
Heya niha nehat ragihandin bê wê bi kîjan rêvebirên Tirkiyê re biaxife û mijarên ku li serê biaxifin dê çi bin. Heyeta ku bi Mesrûr Barzanî re seredana Tirkiyê bikin kîne, niha ew jî nayên zanîn.