TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sewat li kampa Kurdên Êzidî derket

Admin L
Nivîskar
📅 17 tîrmeh 2020 16:35

PeyamKurd - Şewat li Kampa penaberên Êzidî Qadiya, ya li sînorê qezaya Sêmêlê ku weke kampa Rwange jî tê naskirin de derket û di encamê de çend kabînên penaberên Kurdên Êzidî şewitîn.

Li gor Berprisê Kampa Qadiya Nediyar Lezgîn ragihand, “Bûyer îro di saet 05:00 sibehê de çêbûye û ji ber şewatê 7 kabînên ku penaberên Kurdên Êzidî tê de dijiyan, bi temamî şewitîne.”

Herwiha Lezgîn got, şewatê zirareke mezin a maddî gihandiye kampê û penaberan, lê ti zirarên canî çênebûne.

Derbarê sedema agirpêketinê de jî Berpirsê Kampa Qadiya got, “şewat ji ber pirsgirêka elektrîkê çê bûye.”

Parve bike: