Kurdistan
Sibê koma dawîn a koçberên Efrînê vedigerin warê xwe
PeyamaKurd - Koma nehemîn û dawîn a koçberên ji Efrînê yên ku niha li bajarên herêma Cizîrê dijîn, dê sibê vegerin malên xwe yên li Efrînê.
Koma nehemîn û dawîn a koçberên Efrînê amadekariyan dike ku sibê (Pêncşem) ji bajarên Hesekê, Qamişlo û bajarên din ên herêma Cizîrê ber bi bajarê Efrînê û deverên derdora wê ve biçin.
Ev veger wek beşeke pêkanîna Peymana 29`ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de pêk tê.
Koma heştemîn di 10`ê Hezîranê de ji bajarên Qamişlo, Girkê Legê û Dêrikê derketibû ku ji nêzîkî hezar û 700 kesî pêk dihat.