Kurdistan
Silêmanî | Agir bi nexwesxaneyeke taybet ket
PeyamaKurd – Li nexweşxaneyeke taybet a li Silêmaniyê, şewat derket.
Li gor Rêveberê Bergiriya Şaristanî ya Silêmaniyê Diyar Îbrahîm di kongreyeke rojnamevanî de diyar kir: “Agir ji ber jeneratora nexweşxaneyê (Înternasyonal) derketiye û piştî agahdarkirinê em yekser gihîştine cihê bûyerê û me bûyer kontrol kir.”
Diyar Îbrahîn di berdewamiyê de eşkere kiriye: “Xweşbextane, ji ber şewatê tu ziyanên canî çênebûne, tenê du karmendên berevaniya sivîl tengenefes bûne û dermankirina pêwîst jî ji bo wan hatiye kirin.”
Diyar Îbrahîm herwiha destnîşan kiriye, hemû nexweş ji nexweşxaneyê hatin derxistin û ji bo nexweşxaneyeke din hatin veguhestin û nexweşxane hat girtin û lêkolîn di derbarê bûyerê de destpê kiriye.