TR KU SO
FB X
Kurdistan

Silêmanî / Otomobîlek qulipî: Jinekê can da, 4 kes birîndar bûn

Admin İ
Edîtor
📅 31 adar 2025 16:19

PeyamaKurd – Li sînorê parêzgeha Silêmaniyê otomobîlek qulipî û jinekê canê xwe ji dest da, 4 kesên din jî birîndar bûn.

Trafîka Silêmaniyê di daxuyaniyekê de ragihand: Otomobîleke cureya pîkab nêzîkî Teynalê ji kontrolê derket û qulipî.

Herweha hat ragihandin di encama bûyerê de jinekê canê xwe ji dest da û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Parve bike: