Kurdistan
Silêmaniye | 43 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li Silêmaniyê 43 koçberên neyasayî ku dixwestin ji wî bajarî derbasî nava xaka Iraqê bibin, hatin desteserkirin.
Li gor Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kir, ajansa Hewalgirî û Lêkolanan a Federalî di Wezareta Navxwe de karî 43 koçberên welatên Asayayê desteser bikin ku bi awayekî neyasayî ji welatekî cîran ve derbasî parêzgeha Silêmaniyê bûbûn û ji wir ve jî hewl dan derbasî Iraqê bibin.
Herwiha da zanîn, piştî desteserkirina wan koçberên neyasayî, rêkarên yasayî li gor madeya 24 ya niştecihbûnê li hember wan hatin girtin.