Kurdistan
Silêmaniye | Bav û keçek ji ber soba gazê jehrî bûn
PeyamaKurd – Li bajarokê Mêrgepan ê Silêmaniyê, bav û keça xwe, ji ber bikaranîna soba gazê, jehrî bûn û jiyana xwe ji dest dan.
Li gor rêveberê navenda hewarçûna yê tenduristiya Silêmaniyê Saman Nadir diyar kir: ‘’Ji ber bikaranîna soba gazê, li navçeya Mêrgepan a sînorê parêzgeha Silêmaniyê, du kesan jiyana xwe ji dest dan.’’
Saman Nadir herwiha da zanîn: ‘‘Zilamê ku jiyana xwe ji dest daye, 34 salî ye û keça wî jî 10 salî bû û niha cenazêê wan li bijîşkê dadî yê Silêmaniyê ye.’’