Kurdistan
Singal | Di bombebarana Tirkiyê de 3 çekdarên YBSê can dan
PeyamaKurd - Dijeterora Kurdistanê, li ser êrîşa îro 16ê Gulanê ya bi balafirên bêmirov a Tirkiyeyê, bi ser devera Xanesorê ya Şingalê de daxuyanî da.
Di daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê de hatiye gotin, “Balafireke bêmirov a artêşa Tirk baregeheke çekdarên YBŞê li komelgeha Xanesor a girêdayî Şingalê kire armanc û di encamê de 3 çekdar hatin kuştin û çekdarekî din jî birîndar bû.”
Dijeterora Kurdistanê herwiha daye zanîn ku bomberdûmana îro Sêşemê li demjimêr 12:00 ji aliyê balafireke bêmirov a artêşa Tirkiyê ve hatiye kirin.